Borell: Divê polîtîkaya Yekîtiya Ewropa ya Çînê ji ya Amerîkayê cuda be!

05 May 2023 20:15 0 dîtin
Borell: Divê polîtîkaya Yekîtiya Ewropa ya Çînê ji ya Amerîkayê cuda be!

PeyamaKurd – Berpirsê Pêwendiyên Derve û Ewlekariyê yê Yekîtiya Ewropayê Josep Borell, ragihand ku divê Yekîtiya Ewropa (YE) divê YE li ber pêşveçûna Çînê ya gerdunî de, wekî Amerîkayê nebe asteng.

Borell di ‘Konferansa Di Heyamên Nezelal de Avandankirina Ewropayê’ de ku li bajarê Floransa yê Îtalya hat lidarxistin, got ku pêwîste nêzîkatiya Ewropayê ya serbixwe bo Çîn a ku her diçe bihêztir dibe, hebe.

Josep Broell destnîşan kir ku di sêgoşeya YE-Amerîka û Çînê de, ew nêzîktirî Amerîkayê ne, lê divê polîtîkaya wan ji ya Amerîkayê cuda be û niha li ser vê dixebitin.