Borell: Siyaseta Yekîtiya Ewropa neguhertiye û pistgiriyê nade asayîbûna bi Esed re

15 June 2023 20:41 0 dîtin
Borell: Siyaseta Yekîtiya Ewropa neguhertiye û pistgiriyê nade asayîbûna bi Esed re

PeyamaKurd – Berpirsê Bilind ê Polîtîkayên Ewlekariyê û Pêwendiyên Derve yê Yekîtiya Ewropa (YE) Josep Borell, ragihand ku ew piştgiriyê nadin normalîzekirina pêwendiyên bi Şamê re.

Borell got, YE têkiliyên dîplomasiyê yên bi rejîma Sûriyê re nanirxîne, cezayên li ser ranake û heta veguhertina siyasî çênebe jî dest bi xebatên avadankirina Sûriyê nake.

Josep Borrell, herwiha vegerandina Sûriyeyê ya Komkara Erebî di 7ê Gulanê de wek bûyerek girîng pênase kir û diyar kir, hin hewldanên ji bo vegerandina têkiliyên asayî yên di navbera dewletên Ereban û rejîma Sûriyeyê de hene, herwiha hewldanên Tirkiyê jî bi rejîma Sûriyeyê re jî hene.

Borrell destnîşan kir: “Wê YE cezayên li ser rejîma Sûriyeyê dewam bike, rewşa niha ne guncaw e ku siyaseta xwe li hember Sûriyeyê biguherînin.”