Balyoza Amerîkayê: Yekîtiya Kurdan, ji bo hilbijartinan girîng e

08 June 2023 17:00 0 dîtin
Balyoza Amerîkayê: Yekîtiya Kurdan, ji bo hilbijartinan girîng e

PeyamaKurd- Balyoza Amerîkayê ya Bexdayê Alina Romanowski, li Silêmaniyê bi rojnamevanan re civîneke çapemeniyê li dar xist û di derbarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de hin nirxandin kirin.

Alina Romanowski, li ser pirsa di derbarê Herêma Kurdistanê û rewşa Iraqê de got ku

“Em hemû aliyên Herêmê teşwîq dikin ku bi hev re kar bikin û nakokiyan deynin aliyekî da ku daxwaz û pêwîstiyên xelkê werin bicihanîn. Lewra ji ber nebûna yekîtiyê, pêşî gel zerarê dibîne.

Hebûna Herêma Kurdistanê ya bi hêz û bipêşxistina wê ya di çarçoveya hikûmeta federal de ewlehiyê tîne. Ji ber vê yekê girîng e ku bi hev re kar bikin.”

Romanowski amaje bi wê yekê jî kir ku karê wan ê niha ew e ku di çarçoveya Destûra Iraqê de aramiyê pêk bînin û di Wezareta Pêşmerge de çaksaziyê bikin.

Balyoza Amerîkayê bi berdewamî got,

“Pêwîstiyeke din jî bihêzkirina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqê ye. Serxwebûna di warê enerjiyê û bipêşxistina sektora gaza sirûştî ya li Herêma Kurdistanê, bipêşxistina boriyan û derxistina yasaya herdemî ya petrol û gazê, hin ji van tiştan in.

Ji bo me xaleke din a girîng heye. Ew li dijî gendelî û reforma aborî ye. Ev yek dihêle ku bazirganî û veberhênanê bêhtir xurt bibin. Ev ji bo pêşketina Herêma Kurdistanê girîng e. Mafê gelê Herêma Kurdistanê heye ku li ser dema hilbijartinan biryarê bide."