Konsulê Gistî yê Amerîkayê: Yekîtiya Kurdan, ji bo parastina berjewendiyan girîng e
PeyamaKurd-Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê, îro di paneleke ku li Zanîngeha Amerîkî ya Silêmaniyê hat lidarxistin de gotarek pêşkêş kir. Konsulê Giştî yê Amerîkayê Robert Palladino got ku ‘Yekîtiya Kurdan, ji bo parastina berjewendiyên Gelê Kurdistanê, girîng e.’
Robert Palladino bi rêya panelê ragihand ku yekrêziya navbera Kurdan dê bibe sedema parastina berjewendiyên Gelê Kurdistanê û civîna PDK û YNKê,di vê çarçoveyê de wekî gaveke girîng nirxand. Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Hewlêrê, di dewama axaftina xwe de da zanîn ku ramanên derbirînê yên ji bo Herêma Kurdistanê, girîng in lewra ev yek dê bibin sedema aramî û xweşguzariyê.”
Palladino bi berdewamî got, “Rayedarên Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê, girîngiyê didin aramî û xweşguzariya Herêma Kurdistanê. Lewra îro di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) de hevdîtin dest pê kirine ku em pê kêfxweş in û destxweşiyê li herdu partiyan dikin.”
Robert Palladino, di derbarê rewşa dawî ya Iraqê û pêkanîna kabîneya nû de jî got ku divê hemû alî bi lez û bez tevbigerin da ku hikûmeta nû were damezirandin. Palladino di axaftina xwe de spasiya dezgehên ragihandinê jî kir û got ku “Gelek dezgehên ragihandinê yên ku nûnertiya gelek aliyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê dikin hene û ez kêfxweş im ku we hemûyan li vê derê, bi hev re dibînim. Ev jî ji bo Herêma Kurdistanê, pêşketineke gelek girîng e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin