Konsulê Gistî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê, hat erkdarkirin

20 August 2023 19:00 0 dîtin
Konsulê Gistî yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê, hat erkdarkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, rojnamevan û dîplomat Mark Straw bû Konsulê Giştî yê nû yê Amerîkayê yê Herêma Kurdistanê.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku Mark Straw, ji bo heyama salekê wekî Konsulê Giştî yê Herêma Kurdistanê hat destnîşankirin.

Straw ê ku berê li bajarên Besra Hilla yên Iraqê kar dikir, wekî Konsulê Giştî yê Amerîkayê yê Karaçi, li Pakistanê kar dikir.

Her wiha demek berê dema konsulê giştî yê berê, Irvin Hicks bi dawî bûbû. Diplomatê Amerîkî Hicks, serdana xatirxwestinê ya Serok Mesûd Barzanî û berpirsên payebilind kiribû.