Hejmara termên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 21 kesan

12 July 2020 16:08 0 dîtin
Hejmara termên ji Gola Wanê hatine derxistin gihîst 21 kesan

PeyamaKurd - Hejmera termên penaberên ji nav ava Gola Wanê hatine derxistin gihîşt 21 kesan.

27ê Hezîranê keştiyeyeke penaberan a nêzî sed kes tê de bûn li Gola Wanê binav bûbû û ev 16 roj in lêgerîna cenazeya dewam dike.

Hat ragihandin ku îro termê du penaberên din ji golê hatine derxistin û hejmara cenazeyan heta niha gihîştiye 21 kesan.

Keştiya penaberan piştî lêgerîna çen rojan li nêzî Girava Çarpanakê 107 metre di kurahiya avê de hatibû dîtin.

Hat zanîn ku cenazeyên di keştiyê de bi rêbaza çengele ji bin avê têne derxistin. Çengel bi cîhazanên Row ve têne girêdan û yek bi yek cenaze têne derxistin.  

Heta niha cenazeyê 13 penaberan li ser avê hatine dîtin û 6 cenaze jî ji kêştiyê hatine derxistin ku îro jî du cenaze hatin derxistin.