Almanya: 2 ciwanên Kurd 5 roj in wenda ne
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li Almanyayê, 2 ciwanên Kurd; Behzad Mirad İlyasê 15 salî û Rezvan Welîd Şêx Siloyê 16 salî ku li bajarê Bielefeldê dijîn, 5 roj in wenda ne.
Kurdekî ku van ciwanên Kurd nas dike diyar kir ku 2 ciwanên kurd, piştî ku 5 roj berê, roja Duşemê ji dibistanê derketine û venegeriyane malên xwe û herî dawî wê rojê di trêneke ku ber bi bajarê Aachenê yê Almanyayê yê li ser sînorê Holenda û Belçîkayê ve diçe de hatine dîtin.
Diyar Xêroyê apê Behzad Mirad Îlyas, li ser navê her du malbatan ragihand ku wan pêwendî bi balyozxaneya Iraqê re daniye da ku ew jî bi rêya Interpolê dest bi hewldana dîtina du ciwanên Kurd bikin.
Diyar Xêro got: "Mafê Behzad hebû ku li Almanyayê bimîne, lê belê yê Rezvan tunebû. Wekî din ti pirsgirêkên her du ciwanan ên malbatî jî tune bûn.
Her kesê ku wan her du ciwanan li Almanya yan li her dereke Ewropayê yan jî cîhanê bibîne, dikare têkiliyê bi hêla germ a Diyasporayê re dayne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin