Ciwanên Kurdistanî yên dîasporayê li Almanyayê konferansek li dar xist

18 August 2024 19:54 0 dîtin
Ciwanên Kurdistanî yên dîasporayê li Almanyayê konferansek li dar xist

PeyamaKurd - Li bajarê Hamminkelnê yê Alamanyayê konferanseke bi navê “Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê” hate lidarxistin.

Ciwanên Kurd ên ji çar aliyên cîhanê, di 16 û 18ê Tebaxê de, li bajarê Hamminkelnê yê Almanyayê konferansa "Ciwanên Serbixwe yên Kurdistanî yên li Diyasporayê " saz kir.

Amadekarên Konferansa Ciwanên Diyasporayê Rêzan Ebdulahî û Rojda Bakurî di derbarê armanca konferansê de ji Rûdawê re diyar kirin ku dîasporaya Kurd, li Ewropayê roj bi roz mezintir dibe û ji ber vê yekê wan biryar daye ku konferanseke wiha li dar bixin..

“Diyasporaya Kurdî roj bi roj mezintir dibe”

Rêzan Ebdullahî da zanîn ku ew hewl didin girîngiyeke zêdetir bidin çalakiyên Kurdan li derve û got:

"Diyasporaya Kurdî roj bi roj mezintir dibe, lewra vêga pir girîngtir bûye. Em ê di konferansê de 4 panelên li ser çalakiyên ciwanên Kurd ên li Diyasporayê saz bikin. Panela torên civakî, Panela Werzişî, Panela Huner û Sînemayê û Panela Wêje û Wergerê, lê em dê bêhtir girîngiyê bidin torên civakî û herwisa kesên şehreza yên Kurdên derve. Em dê wan bikin platformek da ku Kurd bêtir nêzî hev bibin û hev binasin û armanca mezin a doza Kurd bi zelalî ragihînin û herwisa jê re kar bikin û bînin cih."

“Girîngiya Kurdên diyasporayê ji bo serxwebûnê piştgiriyeke xurt e”

Rêzan Ebdullahî diyar kir ku kesayetiyên siyasî yên Kurd ên navdar ên li diyasporayê ji bo konferansê hatine vexwendin çimkî bandora wan pir heye û got: "Qîmet û girîngiya Kurdên diyasporayê ji bo armanca mezin a serxwebûnê piştgiriyeke xurt e."

"Yek armanca me heye ku ew jî serxwebûna Kurdistanê"

Rojda Yaşika ku ew jî yek ji organîzatorên konferansê ye jî wiha axivî:

"Em cudahiyê naxin navbera Kurdên ti parçeyekî û em wek yek parçe kar dikin. Yek armanca me heye ku ew jî serxwebûna Kurdistanê li hemû parçeyan e. Ji bo pêkanîna vê armancê hemû parçeyên Kurdistanê yên li diasporayê dikarin alîkariya hev bikin."

Rojda Yaşikê diyar kir ku armanceke konferansê ya din jî ew e ku dixwazin bi rêya konferansê xizmetguzariya bêtir ji bo Kurdistanê bi rêya diyasporayê dabîn bikin.

Rojda Yaşikê tekez kir ku ew hewl didin li diyasporaya Kurdî serxwebûnê pênase bikin û wiha dom kir: "Her tiştê ku Kurd dikin xizmeta welatê wan e û emê jî di konferansê de ji bo vê yekê bixebitin."

“Kurdên li derve bêtir bi hev ve girêdayî ne”

Yek ji beşdarên konferansê hunermend Xatûna Hîvronê jî di derbarê konferansê de wiha axivî: “Kurdên li Swêdê dijîn di gelek waran de serkeftî bûn. Kurdên parçeyên cuda yên Kurdistanê li derve bêtir bi hev ve girêdayî ne. Bi giştî Kurdên derve serkeftinên baş bi dest xistine û ez piştrast im ku ev konferans jî dê armancê nêzîktir bike."

“Kurdên li Swêdê di bin bandora zimanên din de ne”

Hîvronê li ser revenda Kurdî ya li Swêdê jî got: "Kurdên li Swêdê di bin bandora zimanên din de ne. Loma jî hemî nikarin baş fêrî Kurdî bibin lê dema ez çûm Kanadayê fêrbûna zimanê Kurdî li wir ji min re hêsantir bû û ez li wir baş fêrî bûm."

Hîvronê, da zanîn ku ew li Kanadayê bi çalakiyên neteweyî re sînordar nebûye û kariye here saziyên medyayê û li gel karê xwe doza miletê xwe bêtir ragihîne û got: "Di sala 2015an de piştî karesata DAIŞê ya li ser Êzidiyan, min di warê tenduristiyê de alîkariya şêniyên Şingalê kir."

Li ser bihevrekarkirina huner û tenduristiyê jî, Hîvron got: "Karê min ê hunerî û çalakiyên min ên tenduristiyê girêdayî hev in û ez bi her duyan kêfxweş im."