Ciwanên Kurd bi alên Kurdistanê besdarî konferanseke navdewletî bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku 2 ciwanên Kurd bi nûnertiya ciwanên Iraq û Kurdistanê, bi cilûbergên Kurdî û Ala Kurdistanê, li welatê Malezyayê beşdarî li konferanseke navdewletî kirin.
Mihemed Mesîh û Îsa Ebdî ku du xortên devera Barzan in, di rojên 6-8ê Çileya 2023yan de li paytexta Malezya Kuala Lumpur beşdarî Konferansa Dîplomatkarên Navdewletî bûn.
Herdu ciwanên Kurd di konferansê de derbarê gelê Kurd û Kurdistanê de semînerek pêşkêşî kirin.
Di konferansa sê rojan dom kir de, hejmarek çalakiyên dîplomasî, çandî û rewşenbîrî bi beşdariya hemû ciwanên nûnerên welatan birêve çû. Di dawiya konferansê de jî xelat û madelyaya rêzgirtinê bo beşdaran hat dayîn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin