Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Mamoste û Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê kir

18 February 2025 14:22 0 dîtin
Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Mamoste û Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê kir

PeyamaKurd – Ji ber salvegera 72yemîn a damezrandina wan, Serok Barzanî pîrozbahî li Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe ya pîrozbahiyê de diyar kir ku Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê û Yekîtiya Ciwanên Kurdistanê her dem çavkaniya hêvî û xwestekên rewa yên gelê Kurdistanê bûne û divê her dem di asta hêvî û daxwaziyên civak û doza rewa ya gelê Kurdistanê de bin.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de hêviyên xwe yên ji van her du rêxistinan bi vî awayî anî zimên:

 “Divê mamoste û ciwanên Kurdistanê bi rêbazên bilind dilsozên welatparêziyê û kurdbûnî bin û bi karê zanist û perwerdehiyê ciwanên hişyar û xwedî karakter bilind bi pêş bixin.”