Li navçeya Cizîrê du ciwanên 13 û 17 salî di çemê Dîcle de wenda bûn
PeyamaKurd – Li navçeya Cizîr a parêzgeha Şirnexê, du ciwanên 13 û 17 salî di çemê Dîcle de wenda bûn.
Li gor zanyariyan, li taxa Nur a Cizîrê şeva borî du xortên bi navên Idrîs Putru yê 17 salî û Zekeriya Negiz ê 13 salî ketin çemê Dîcleyê û ber pêlên avê ketin û di çem de wenda bûn.
Hat zanîn, piştî agahdarkirina kesên li derdorê, tîmên rizgarkirinê û tîmên polîs gihîştin cihê bûyerê.
Herwiha hat ragihandin ku tîmên şaredariya Cizîrê yên bin avê û rizgarkirinê, li gel polîs ji bo dîtin û derxistina termên wan her du xortan xebatên xwe yên lêgerînê berdewam dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin