Xortê 16 salî di ava çemê Batmanê de fetisî
PeyamaKurd – Xortekî ji Sûriyê yê bi navê Nuri 0mer (16) li Batmanê ji bo xwe di ava çemê Batmanê de hînik bike kete avê û piştî di avê de hewl da ku xwe rizgar bike noqav bû. Hat ragihandin ku malbata wî ji bo geryanê çûbû qerexê çem.
Li ser bûyerê tîmên AFADê, yên şaredariya Batmanê yên lêgerîn û rizgarkirinê, îtfaiye û cendirmeyan çûne ciyê bûyerê. Di encamê de tîm karibûn xwe bigihînin cesedê xortê Sûriyeyî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin