Xortekî di ava çemê Batmanê de fetisî

02 June 2022 22:58 0 dîtin
Xortekî di ava çemê Batmanê de fetisî

PeyamaKurd – Li bajarê Batmanê li gundê Zorava xort ji bo xwe hînik bikin ketin ava rûbarê Batmanê. Xortê bi navê Bilal Keskin yê 19 salî bi hevalên xwe re ket avê lê piştî wextekî ji hevalên xwe, di ava çem de wenda bû.

Li ser wendabûna Keskin ya di avê de, li navenda 112 ê geriyan û agahiyê dan navendê. Tîmên AFAD ê çûn ciyê bûyerê û piştî li cesedê Keskin geriyan, cesed dîtin û ji avê derxistin. Lê Bilal Keskin jiyana xwe ji dest dabû.

Cenazê Bilal Keskin ji bo otopsiyê birin nexweşxana Batmanê ya Lêkolîn û Perwerdê. Polîs li ser bûyerê lêpirsîn da destpêkirin.