Xortekî ji xelkê Sûriyê di çemê Batmanê de wenda bû

06 June 2019 00:41 0 dîtin
Xortekî ji xelkê Sûriyê di çemê Batmanê de wenda bû

PeyamaKurd- Xortekî ji Sûriyê yê bi navê Suleyman Bozo li ser çemê Batmanê ket ber pêlên avê û wenda bû. Xort bo xwe di avê de hênik bike ketibû avê.

Piştî ku xort wenda bû, hevalên wî xeberê dan cendirmeyan û bi cendirmeyan re tîmên rizgarkirinê yê AFAD ê û xizmeta lezgîn ya 112 hatin sewqkirin bo ciyê bûyerê.

Bi sedema xort nehat dîtin navber dan lêgerînê û sibê dê xebata xwe ya lêgerînê dewam bikin.