Xortekî di Çemê Batmanê de fetisî
PeyamaKurd – Li navbera Farqînê û Batmanê de li Malabadê xortekî bi navê M.E. (14) bo xwe hînik bike ket ava çem û paşî ket ber pêlên avê. Bûyer di 15.30 an de çêbû. Li ser agahdarkirina cendirmeyan û tîmên AFAD ê çûn ciyê bûyerê. Her weha tîmên noqavê yên şaredariya Batmanê jî li ciyê bûyerê bûn. Paşî tîmên noqavê yên şaredariya Batmanê di nav yek sietekî de di bin lingê pira Malabadê de cesedê xortî dîtin.
Cenazê xortî bo otopsiyê birin nexwexana bajêr û li ser bûyerê lêkolîn û lêpirsîn dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin