Civînên Astana | Projeyên Rêveberiya Rojava hatin red kirin
PeyamaKurd – Di civîna gera 14emîn a danûstandinên Astanayê bi dawî bûn. Di civînên destpêkî yên Astana de ku Rûsya, Tirkiye û Îran garantoriya wê dikin de, biryara rêgiriya li parçebûna Sûriyê hat dayîn û hat gotin ku ew hemû hewlên cudakirina Sûriyê red dikin.
Civînên roja yekem a gera 14emîn ya Astana ku li bajarê Nûr Sultan ê Kazaxistanê bi beşdariya Nûnerê Neteweyên Yekbûyî û welatên garantor yên Sûriyê, birêve çûn hatin encamdan. Li gorî zanyariyan di navbera şanda Rûsya û Tirkiyê de, li ser mijara berfirehkirinaherêma ewle li Rojavayê Kurdistanê, gengeşî çêbûye û aliyan li ser li hev nekiriye.
Herwiha welatên garantor di daxuyaniya civînên destpê de gotin ku ew tevahîya destpêşxerîyên bi rêya terorê dixwazin rastiyên nû biafirînin û projeyên nerewa yên Rêveberiya Xweser a Rojava red dikin.
Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku ew dê kar li ser rûbirûbûna tevaya hewlên cudakirina Sûriyê bikin.
Li gorî medyaya Rûsî herwiha biryar hatiye dayîn ku di dema niha de, ti operasyoneke leşkerî li ser Idibê neyê kirin û rêkeftinên Rojhilatê Firatê yên ligel Tirkiyê li hember zêdegaviyan wekî berê bimînin.
Dîsa tê gotin ku Rûsya û Amerîka li ser herêmên deshilatê yên li Sûriyê li hev kirine.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin