El Ereb | 'Civînên Komîteya Destûra Sûriyê lîstekeke navnetewî ye'
PeyamaKurd - Rojnameya El-Ereb a erebî li ser serneketina civînên Komîteya Destûra Sûriyê ku li Cenevê dê aliyên opozisyon û rejîmê biciviyan di gotareke xwe de nirxand.
Li gorî El Ereb civînên Komîteya Destûrê lîstikeke navnetewî ye û hat gotin, "Bi sedema nakokiyên di navbera rejîm û opozîsyonê de li ser ajandeyên wê, lidarxistina civînên komîteya destûrê ya Sûriyê li Cenevê roja Sêşemê tevî hewldana navneteweyî ya nêzbûna nêrînên wan tevlîhev bû."
Rojname bi zarê çavkaniyên dîplomasiyî radigihîne ku gihandina lihevkirina Sûrî-Sûrî li ser encamên guhartinên destûrî yan jî destûra nû de, nûnertiya çareseriya dawî ya aloziya Sûriyê nake, lê belê dê ber bi kedên destpêkê yên çareserkirinê ve bibe.
Herwiha tê gotin, bi wê re jî û li gorî van navbeynkaran, Şam û piştgira wê Rûsya diyar e lez nakin ku veguhestinê watedar bikin ku tevahiya Sûriyê pê bawer bikin.
Li gorî çavderan, avakirina komîteya destûrê tevî destwerdana tevahî aliyên nakok ên herêmî û navdewletî di lihevkirina li ser endaman de, pêk hatiye.
Rojname dibêje, ragihandina vê komîteyê jî tê wateya derbasbûna lîstikên nû yên bi hedefa jirêderxistina çareseriya hundirîn a Sûriyê ku zehmet e ev komîte astengiyên çêkirî beriya ku "Lîstika Navneteweyî" li tevahî herêmê bê nexşekirin û "rejîma herêmî" ya nû li herêmê were formulekirin bigihîje encamekê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin