Civînên gera duyem ên Komîteya Destûra Sûriyê dest kirin

25 November 2019 20:59 0 dîtin
Civînên gera duyem ên Komîteya Destûra Sûriyê dest kirin

PeyamaKurd - Civînên Komîteya Destûra nû ya Sûriyê îro 25ê Mijdarê ji nû ve li avahiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya li Cenêvê dest pê dikin.

Çav li rê ye gera duyemîn a civînên komîteyê ji medyayê re girtî bên lidarxistin û heta hefteyekê jî berdewam bikin.

Komîteya Destûrê 23yê Îlona îsal hatibû ragihandin. Mekanîzmaya avakirina komîteyê ji mehekê ve bê navber bi sedema nakokiyên navbera Rûsya-Îran û Tirkiyê li ser kesayetên girêdayî wan û erkên vê komîteyê ku hê jî nehatine diyarkirin.

Nûnerê NY yê Sûriyê Geir Pedersen roja îna borî gotibû, "Danûstandinên Sûrî-Sûrî yên danîna destûra nû, derbarê rêgezên destûrê de negihaştine ti encaman."

Pedersen li pêş Konseya Ewlekariyê ya NY diyar kiribû ku hê zû ye ku mirov derbarê rênimayên destûrê de bibêje ku lihevkirin pêk hatiye û dê piştre danûstandin li ser naveroka destûra pêşerojê çêbibin.

Nûnerê Sûriyê yê li NY Beşar El-Caferî jî di rûniştina Konseya Ewlekariyê ya ku roj înê pêk hatibû de, li dijî karên komîteya destûrê derketibû û gotibû: "Ti rewşên guncaw nîn in ku xebata bi navê komîteya destûrê pêk bê. Ew jî bi sedema pêkanîna kiryarên rejîma Tirkiyê ya dagirkirina xaka Sûriyê, kuştina sivîlan û koçberkirina wan bi armanca komkirina terorîstên girêdayî Erdogan di bin perdeya qaşo herêma ewle de ku herêmeke dagir kiriye, pêk tê."