Gera 5an a Komîteya Destûra Sûriyê li Cenevê dest pê kir

25 January 2021 16:17 0 dîtin
Gera 5an a Komîteya Destûra Sûriyê li Cenevê dest pê kir

PeyamaKurd – Koma Piçûk a nivîsandina Komîteya Destûra Sûriyê di çarçoveya gera 5an a bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de, li Cenevê civiya.

Civîn bi beşdariya 15 endamên Koma Piçûk a Komîteyê ku opozîsyon, rejîma Sûriyê û rêxistinên sivîl tê de hene, dest pê kir.

Li gorî zanyariyan wê di civînên vê carê de, ‘prensîbên bingehîn ên destûrê’ werin gotûbêjkirin.

Gera 5an a hevdîtinên komîteya destûra Sûriyê roja Înê bidawî dibin.

Di gera 4emîn a hevdîtinan de ti encamek derneketibû û ji ber wê jî Nûnerê Neteweyên Yekbûyî bo Sûriyê Geir Pedersen di destpêka gera 5an de bang li hemû aliyan kir ku êdî dest bi nivîsandina destûrê bikin û got, “Ji bo bidawîkirina şerê navxwe yê Sûriyê pêwîstî bi hevkariyeke ji dil a navdewletî heye.”