Gera 7an a Komîteya Destûra Sûriyê ji ber ferzkirina sembolên dewletê yên rejîma Esed xitimî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di gera 7an a danûstandinên komîteya çêkirina destûra nû ya Sûriyê de ku di navbera opozîsyon û şanda rejîma Sûriyê de, pêk tê xitimî ye.
Li gorî zanyariyên medya erebî, di civînên gera heftan a Komîteya Destûrê kaxeza şandeya hikumetê ya bi seroktiya Ehmed El-Kezberî ya li ser ‘sembolên dewletê’ nakokî û nerazîbûneke mezin bi şanda Desteya Danûstaninê ya bi seroktiya Hadî El-Behre û nûnerên civaka sivîl re çêkiriye.
Biryara îro 25ê Adarê ango di roja sêyem a civînan de, Gera 7an a destûrê bi pêşkêşkirina pêşniyarên beşdaran û peyama nûnerê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen bi dawî dibe, lê heta niha lihevkirinek di navbera aliyan de çênebûye.
Di roja sêyemîn de şanda rejîma Sûriyê pêşniyarên xwe yên ji bo "sembolên dewletê" pêşkêş kirin ku dibêje; "Sembolên Komara Erebî ya Sûriyê nirxên neteweyî, şaristanî, dîrok, kelepor û yekitiya wê ye, wê neyên guhertin.”
Ew presîbên rejîma Sûriyê yên guhertina wan qebûl nake wiha ne:
- Ala Komara Erebî ya Sûriyê ku ji 3 rengan pêk tê.
- Sirûda "Hûmat El-Diyarî Eleykum Selam" dê sirûda nîştimanî ya Komara Erebî ya Sûriyê be.
- Zimanê erebî, zimanê fermî yê Komara Erebî ya Sûriyê ye.
- Lîreyê Sûriyê wê serwer be.
- Dirûşma Komara Erebî ya Sûriyê tabloyek be û li ser ala neteweyî ya komarê bi rengên wê hatiye xêzkirin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin