Pedersen li ser gera nû ya Komîteya Destûra Sûriyê daxuyanî da
PeyamaKurd – Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku ew pêşbînî dike gereke nû ya danûstandinên Komîteya Destûrî di meha Adarê de dest pê bike.
Geir Pedersen doh Çarşemê li Şamê hevdîtin ligel Wezîrê Derve Feysel Miqdad kir û piştî wê hevdîtinê ragihand ku wan guftûgo li ser aloziya demdirêj a li Sûriyê kirine.
Pedersen got: “Divê ez bibêjim ku piştî gotûbêjên min ên îro, ez geşbîntir im ku dê gera heftemîn a Komîteya Destûrî di meha Adarê de pêk were.”
Pedersen diyar kir, ew ê bi nûnerê rêjîmê yê di Komîteya Destûrê de Ehmed El-Kuzbarî re bicive û piştre jî bi Encûmena Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê re pêwendiyê bike, ji bo karibin vexwendnameyê bişînin.
Hêjayî gotinê ye, gera dawî ya danûstandinên Komîteya Destûrê li Cenêvê di meha Cotmeha 2021ê de pêk hatibû û wê demê jî Pedersen gotibû, redkirina rêjîma Sûriyê ji bo danûstandinan sedemeke sereke ya têkçûna wê gerê bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin