Dema destpêkirina xebatên komîteya destûra Sûriyê hat eskere kirin

24 July 2020 19:50 0 dîtin
Dema destpêkirina xebatên komîteya destûra Sûriyê hat eskere kirin

PeyamaKurd - Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) bo Sûriyê Geir Pedersen ragihand ku wê 24ê Tebaxê xebatên komîteya destûrê ya Sûriye li Cenevê dest pê bike.

Geir Pedersen di civîna online ya Konseya Ewlehiyê ya NY de ku têkildarî rewşa Sûriyê bû eşkere kir, plana rûniştina gera sêyemîn a van diyalogan êdî piştrast bûye û dê 24ê Tebaxê dest pê bike, lê bi şertê ku tedbîrên rêwîtiyê neyên guhertin.

Geir Pedersen banga rakirina tedbîrên yekalî yên li dijî Sûriye kir, bi sedema ku cezayên yekalî yên li dijî Sûriyê hêza hikûmeta Sûriyê ya dabînkirina gihandina xwarin û pêdiviyên tenduristiyê yên guncaw ji bo pêşîlêgirtina vîrusa koronayê asteng dike.

Hêjayî gotinê ye, sala borî jî çend civînên Komîteya Destûra nû ya Sûriyê ku ji endamên opozîsyonê û hikûmeta Şamê pêk tê hatibûn lidarxistin, lê negihîştibûn encamekê.

Çêkirina destûra nû ya Sûriyê di çarçoveya hewldanên Neteweyên Yekbûyî de, wekî pêngava herî girîng a çareseriya krîza Sûriyê û bo Sûriyeke nû tê dîtin.