Ji Erdogan daxuyaniya destûra nû: Zûde dema wê hatiye

02 September 2024 16:59 0 dîtin
Ji Erdogan daxuyaniya destûra nû: Zûde dema wê hatiye

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, di vekirina sala nû ya Darazê ya 2024-2025an de li Serokatiya Daaza Tirkiyê axaftinek kir.

Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser guhertina destûra bingehîn a Tirkiyeyê ya ji dema darbeya 1980yî ve di meriyetê de ye û got, êdî dem hatiye destûreke nû bê çêkirin.

Erdogan got, "Êdî dema wê hatiye em ji destûra heyî ya darbeyê xwe rizgar bikin. Astenga herî mezin a li pêşiya destûreke nû tenê pêşderazî ne.”

Herwiha Erdogan diyar kir ku Tirkiye ji destûreke nû re amade ye û got ku dê di destûra nû de tişta herî pêşîne dadwerî be û civakê jî ji zimanê nefretê û pevçûnê dûr bixe.