Ji Erdogan daxuyaniya Destûra nû: Em amade ne!
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di salvegera darbeya leşkerî ya 12ê Îlonê de, îro sêşemê li Girtîgeha Ulucanlar a Enqereyê di ‘Sempozyoma Destûra Nû’ de axivî.
Erdogan di axaftina xwe de got ku darbeya leşkerî ya 12ê Îlona 1980yî wekî xencerekê li dilê welat ketiye û hê jî ew li ser Destûra Bingehîn a 1982yan a darbeyê nîqaşan dikin û destnîşan kir, “Em ji bo çêkirina Destûra nû amade ne.”
Erdogan herwiha got: "Em ji hedefa xwe ya çêkirina destûreke nû, sivîl, demokratîk, azadîxwaz û hembêzkirina tevaya civakê venegeriyane… Ji bo armanca me ya sedsala Tirkiyeyê, heta em destûreke nû bi miletê xwe bidin qezenckirin, emê xebat, xîret û têkoşîna xwe bidomînin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin