Ji Erdogan daxuyaniya guhertina Destûra Bingehîn...
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku di salên borî de jî behsa nivîsandina destûra bingehîn a nû kiribû, di merasîma tayînkirina dadwer û dozgeran a li Koşka Serokomariyê hate lidarxistin de, banga guhertina destûrê kir.
Erdogan di axaftina xwe de, destûra heyî ya Tirkiyeyê wekî astenga herî mezin a li ber pêkanîna armancên Tirkiyeyê nîşan da û got, “Di Serdema Yasadanînê ya 28an de, karê me yê pêşîne rizgarkirina Tirkiyê ji makezagona (destûra bingehîn) darbeyê ye.”
Erdogan herwiha ragihand ku dê têkoşîna wan dijî FETOyê jî dewam bike û daraz jî ji bo cezakirina endamên wê tişta bikeve ser milê xwe bike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin