Erdogan: Tu pirsgirêka me bi 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn re nîne
PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got, "Bi 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn re tu pirsgirêka me tune. Nîqaşên li ser van xalan tevkariyê nade pêvajoyê."
Erdogan piştî Civîna Lijneya Wezîran a li Kuliyeya Serokomariyê axivî.
Erdogan anî ziman ku hêvîdar in hemû aliyên siyasî bi awayekî avaker bersivê bidin bangên makezagona nû û got, "Her roj diyar dibe ku destûra me ya niha ya ku rejîma 12'ê Îlonê bi qûna çeka xwe li ser gel ferz kiriye, teng e. Ji bo Tirkiye û demokrasiya wê, tevî hemû revîzyonên ku hatine kirin jî, dûrî pêdiviyên Tirkiyeyê ye."
"Em hêvî dikin ku her kes bizane ku armanca me ya demokrasiya pêşkeftî bi koletiya pêşdaraziyan nayê bi dest xistin û em ji dil hêvî dikin ku hemû aliyên siyasî bi awayekî avaker bersivê bidin banga me ya ji bo destûrek nû."
“Di 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn de tu pirsgirêk nîne”
Erdogan diyar kir ku "Çawa ku me gelek caran ji raya giştî re ragihandiye, di 4 xalên ewil ên Destûra Bingehîn de tu pirsgirêka partiya me û Tifaqa Gel nîne. Ez dixwazim careke din bibêjim ku nîqaşên li ser 4 maddeyên ewil tevkariyê li pêvajoyê nakin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin