Dadgeha Destûra Bingehîn du erkên Erdogan betal kir
PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê (AYM) 2 biryar der kirin ku dê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di wê çarçoveyê de nikaribe wan erkan bikar bîne.
AYMê di biryara yekem de, erka Serokomar a tayînkirina rektorên zanîngehên dewletê bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê betal kir. Li gorî wê biryarê bi Biryarnameyên Hikmê Qanûnê nabe rektor bên tayînkirin û ji bo sererastkirina yasayî li ser mijarê salek dem diyar kir.
Dîsa AYMê di biryara xwe ya din de jî erka Erdogan a wek serokomar beriya dema xwe guhertina Serokê Banka Navendî betal kir.
Dadgehê beriya bidawîbûna dema seroktiyê guhertina serokê banka navendî li dijî Destûra Bingehîn nirxand û ew erka serokomar betal kir.
Herdu biryar jî di rojnameya fermî ya Tirkiyê de hatin weşandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin