Ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryara balkês li ser qeyûman

04 April 2024 08:34 0 dîtin
Ji Dadgeha Destûra Bingehîn biryara balkês li ser qeyûman

PeyamaKurd – Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) erka Wezîrê Karên Hundir a ji bo tayînkirina qeyûman li komeleyan û rawestandina xebatên wan betal kir.

Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) erka Wezîrê Karên Hundir a tayînkirina qeyûman li komeleyan û rawestandina xebatên wan betal kir.

Di qerara ku îro di Rojnameya Fermî de hat weşandin de "Qanûna Pêşîlêgirtina Fînansekirina Berbelavbûna Çekên Komkujiyê ya bi hejmara 7262" ku wek Qanûna Komeleyên Nû jî tê zanîn di sala 2020an de hat qebûlkirin û bi hinceta "li dijî azadiya rêxistinbûnê ye" rayeyên ku dabûn Wezîrê Karên Hundir ên ji bo demkî ji kar dûrxistin, sazî û dezgehên komeleyê asteng bike û ji bo rêveberiya komeleyê tayîn bike, hat betalkirin.