Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Wîkîpedîayê de biryara xwe ya dawî eskere kir

27 December 2019 11:51 0 dîtin
Dadgeha Destûra Bingehîn derbarê Wîkîpedîayê de biryara xwe ya dawî eskere kir

PeyamaKurd - Dadgeha Destûra Bingehîn ya Tirkiyê (AYM) qedexekirina ansîkolpediya înternetê Wîkîpedia weke ‘binpêkirina azadîya fikrî’ qebûl kir.

Wîkîpedîa ji Nîsana 2017an vir de li Tirkiyeyê qedexe ye. Rayedarên Tirkiye, ji bo biryara qedexekirina Wîkîpediayê weke sedem hin parvekirinan nîşan didin û dibêjin 'Hin parvekirinên di nav ansîklopediyê de tê îdiakirin ku Tirkiyê bi rêxistinên terorê di nav peywendiyê de ye.'

Ji bo biryara qedexekirinê, parvekirinên bi navê 'Mudaxaleya Şerê Navxwe ya Sûriye' herwiha 'Terorîzma bi Piştgiriya Dewletê' weke delîl hatibûn destnîşankirin.

Ev parvekirin, di malpera îngîlîzî ya ansiklopediyê de Wikipedîayê de hatibûn weşandin.