Ji Berdevkê Erdogan daxuyaniya dema operasyona ser Rojavayê Kurdistanê

31 October 2021 19:35 0 dîtin
Ji Berdevkê Erdogan daxuyaniya dema operasyona ser Rojavayê Kurdistanê

PeyamaKurd - Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin li Lutkeya G20an a li Roma ya payetxta Îtalyayê derbarê êrîşa ser Rojavayê Kurdistanê de de got, dema ku şert û merc guncaw bûn wê operasyon bê kirin.

Îbrahî Kalin derbarê polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Sûriyê û YPGê de wiha axivî: “Serokkomarê me her tim zelal bû. Ev polîtîkayeke serdema Obama ye. Me ji destpêkê ve gelek caran got ev xelet e, Sûriye parçe dike û têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê jehrî dike.”

Kalin got “Li wir dema ku YPG/PYD li hemberî hedefên me tevgereke herî biçûk jî kir, me ti carî bê bersiv nehişt û dê bê bersiv neyê hiştin. Ji ber vê yekê em dê bi awayekî zelal vê peyamê bi berdewamî bidin.”

Li ser pirsa operasyona li dijî Rojavayê Kurdistanê Îbrahîm Kalin diyar kir, “Kengê merc pêwîst kirin her gav dibe. Rayedarên me yên leşkerî plansaziyê dikin û dê her tim li gorî hewcedariyê gavên pêwîst biavêjin.”