Serokê CHPê: Em hê pir dûrî maseya xebatên bo destûra nû ne
PeyamaKurd – Serokê Partiya Komarî ya Gel (CHP) Ozgur Ozel ku piştî hilbijartinên 31ê Adarê li ser peyamên asayîbûnê yên Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, pê re hevdîtin kiribû ragihand ku ew niha pir dûrî maseya xebatên bo destûra nû ya Tirkiyê ne.
Ozgor Ozel got ku niha gelek biryarên dadgeha mafên mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûra bingehên nayên bicihkirin û Dadgeha Darazê jî bûye terefekî dehilatdariyê ku Tirkiye dîmeneke welatekî ji hiqûqê dûr ketiye dide.
Ozel diyar kir ku di rewşeke wiha de ku destûra heyî tê binpêkirin de, ew wek CHP rûniştina ser maseya xebat û nîqaşên bo destûra nû wekî îsrafa demê dibînin.
Ozel herwiha got, “Pêwîst e yên dixawzin bi me re danûstandina bo destûra nû bikin, hemû xalên destûra heyî yek bi yek bicih werînin. Loma jî em niha pir dûrî maseya xebatên destûreke nû ye.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin