Civîna Komîte ya destûra Sûriyê 3 yem temam bû
PeyamaKurd – Civîna Komîte ya Destûra Sûriyê ya li baregeha Netweyên Hevgirtî ya li Cenewreyê ku di 24 ê tebaxê de destpêkiribû, tûra xwe ya sêyem temam kir.
Ji hukumeta Sûriyê, ji rêxistinên sîvîl û ji nûnerên muxalefeta Sûriyê her yek 15 nûner, bi temamî 45 kes ku ‘grûba biçûk’ ji nivîsandina destûrê berpirs bû, civîna wan qediya.
Di encama qedandina civînê de, nûnerê NH yê ji Sûriyê berpirs Geir O. Pedersen ragihand ku şerê Sûriyê ketiye sala 10 emîn û di nav terefan de ‘dijberiyên xurt’ hene.
Pedersen ê ku serokatiya civînê dikir ragihand ku hevserokê rejîma Esed, Ahmed Kizberî û hevserokê muxalefetê Hadî El Bahra di civînê de tewrekî nerm û erênî nîşan dane û pesnê wan da. Pedersen got ku her dû hevserok aliyên wan yên hevpar hene û ji vêya zahf raziye.
Pedersen bê ku roj bêje, wê her dû terefan bîne cem hev û dixwaze li ser terefên wan yên hevpar tûra 4 em bide destpêkirin.
Pedersen behsa delegeyên tevlî tûra 3 yem ya civînê bûne kir û weha got:
“Ez bawer dikim ku şêweya wan bi rêz bû. Mirov li hev guhdarî dikirin. Ez bo her 3 delegasyonan dibêjim. Min peyamekî zelal sitend ku her du hevserok û delege dixwazin car din werin cem hev û hevdîtinan bikin.”
Pedersen ragihand ku ew hêvî dike di hefteya pêşiya me de car din bi her dû hevserokan re were cen hev û li ser xalên tûra 4 em lihev bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin