Kurtulmus: Divê xala 3yemîn a Destûra Bingehîn a 'dewlet nayê dabeskirin' bê guhertin

13 October 2024 08:53 0 dîtin
Kurtulmus: Divê xala 3yemîn a Destûra Bingehîn a 'dewlet nayê dabeskirin' bê guhertin

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ku danûstandinên bo çêkirina Destûra Nû ya Tirkiyeyê bi aliyên siyasî re didomîne, derbarê guhertina Xala 3yemîn a Destûrê de axivî.

Kurtulmuş, li ser Xala 3yemîn ku tê gotin, “Dewlet bi welat û milet xwedî yekpariyeke nayê dabeşkirin e” got ku ew xal dikare bê guhertin.

Serokê Parlamentoyê got ku welatê dewletê nabe, lê dewlata milet dibe û got ku divê li şûna wê pênaseya berê, pênaseya ‘dewleta milet bi welatê xwe ve nayê dabeşkirin’ bê bikaranîn.

Piştî vê daxuyanê di serî de berpirsên CHPê û alîgirên partiyên neteweperest bertek nîşanî Kurtulmuş dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye, beriya niha Serokê HUDA PARê Zekerya Yapicioglu jî gotibû, divê ew her 4 xalên destpêkê yên destûra Tirkiyeyê bêne guhertin û nabe pênaseya hin xal nikarin bên guhertin di destûrê de hebe.