Dîplomatê Amerîkî: Ji bo yasaya petrol û gazê divê destkarî di destûra Iraqê de bê kirin

31 March 2023 18:46 0 dîtin
Dîplomatê Amerîkî: Ji bo yasaya petrol û gazê divê destkarî di destûra Iraqê de bê kirin

PeyamaKurd – Dîplomatê berê yê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vincent Campos, ragihand ku divê destkarî di destûra Iraqê de bê kirin û yasaya petrol û gazê bê derxistin daku pirsgirêkên navbera Hewlêr-Bexdayê çareser bibin.

Vincent Campos ji K24ê re daye xuyakirin, divê yasaya petrol û gazê der biçe, ku di dema borî de ji ber tunebûna wê yasayê bandora neyênî li pêwendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê dirust bûye û divê destkarî di destûra Iraqê de were kirin.

Campos dibêje; hebûna yasaya petrol û gazê, kêşeyên Iraqê çareser dike, bêyî yasayê ti pêşveçûnek pêk nayê, loma yasaya hidrokarbon, siberoja petrol û gazê dibe qonaxa îstiqrarê ji bo xelkê Iraq û Herêma Kurdistanê.

Dîplomatê Amerîkî diyar kir: “Piraniya kompaniyên cîhanî ku li Iraq û Herêma Kurdistanê kar dikin, bêguman li benda wê yekê ne ku mafên wan bi yasayan parastî bin. Dema yasaya petrol û gazê der biçe, seqamgeriya aboriyê dirust dibe.”