Tendirustiya Kerkûkê: Êdî dayîna destûra tendirustiyê divê tenê bi zimanê Erebî be

01 September 2022 11:02 0 dîtin
Tendirustiya Kerkûkê: Êdî dayîna destûra tendirustiyê divê tenê bi zimanê Erebî be

PeyamaKurd – Tenduristiya Kerkûkê bi nivîsekê diyar kir, êdî dayîna destûra tendirustiyê ji bo kargeh û cihên karkirinê, divê tenê bi zimanê Erebî be.

Li gor Tenduristiya Kerkûkê di nivîsa ku ji beşa pişkinîna tendirustiyê re şandiye daye zanîn, hemû nivîsên destûra tendirustiyê ji bo kargeh û cihên karkirinê, divê bi zimanê Erebî be.

Zimanê Kurdî li saziyên fermî yên Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmeha 2017an ve, roj bi roj zêdetir tê paşguhkirin.

Ji ber hewldanên erebkirinê yên li Kerkûkê, gelek rêveberên Kurd ên saziyan ji karên xwe hatine dûrxistin û li şûna wan rêveberên Ereb ên naverast û başûrê Iraqê hatine danîn.

Li gor destûra Iraqê, zimanê Kurdî li cem zimanê Erebî, zimanê fermî yê dewletê ye û divê li ser logo û nivîsên fermî yên Iraqê hebe.