Tendirustiya Kerkûkê: Nexwesiyeke tirsnak e û li Iraqê û bi taybetî li Kerkûkê belav bûye
PeyamaKurd – Rêveberiya Tendirustiya Kerkûkê, piştî nexweşiya taya xwînberbûn li parêzgehê belav bû û haleteke mirinê jî hat ragihandin, hişyarî da welatiyan.
Qaymeqamê Kerkûkê yê bi wekalet Felah Yayçilî diyar kiriye: “Me dest bi xerakirina wan cihên ku li nav bajêr ajal tê de têne xwedikirin, kir. Ev jî weke rêlibergirtina belavbûna vîrusa taya xwînberbûn, ku nexweşiyeke tirsnak e û li Iraqê û bi taybetî li Kerkûkê belav bûye û haleteke mirinê jî hatiye tomarkirin.”
Li gor zanyariyan, heta niha li Iraqê 40 kes bi nexweşiya taya xwînberbûnê ketine û du kes jî li Kerkûk û Mûsilê can dane. Tendirustiya Kerkûkê di derbarê mijarê de hişyariyê dide û ji welatiyan daxwaz dike ku pabendî rênimayan bibin.
Herwiha Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tendirustiya Kerkûkê Ziyad Xelef destnîşan kiriye: “Fermangehên tendirustiyê yên Kerkûkê hemû rêkarên tendirustiyê pêk anîne û Nexweşxaneya Şîfa jî ji bo pêketî û gumanên nexweşiyê hatiye dabînkirin, herwiha hemû pêwîstiyên tibî jî hatine terxankirin, beriya niha haleteke mirinê li Kerkûkê hat tomarkirin, ji ber vê yekê Wezareta Tendirustiyê ya Iraqê derbarê nexweşiyê de hişyarî da, çimkî rêjeya mirinê li nexweşxaneyan bilind bûye.”
Hêjayî bibîrxistinê ye, taya xwînberbûn bi rêya ajalan derbasî mirovan dibe, %40ê kesên ku bi vê vîrusê dikevin, can didin. Di nava 3-7 rojan de nîşaneyên nexweşiyê derdikevin, kesê pê bikeve dikeve tayê û êş di laşê wî de zêde dibe, bi taybetî li pişt û mil, hinek caran zikçûn û reşane ligel wê dibin, di qonaxa dawî de jî xwînberbûn destpê dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin