Rêveberê Tendirustiya Kerkûkê: Hejmara kesên ji ber zikçûnê ketine nexwesxaneyê zêde bûye
PeyamaKurd – Rêveberê Beşa Tendirustiya Giştî yê li Fermangeha Tendirustiya Kerkûkê Dr. Sebah Namîq li ser nexweşiya Kolerayê axivî û diyar kir, hejmara kesên ji ber zikçûnê ketine nexweşxaneyê, zêde bûye.
Dr. Sebah Namîq eşkere kiriye: “Her roj hejmara pêketiyên zikçûnê zêde dibe, heta niha 55 halet ketine nexweşxaneyê. Ji bo hemû nexweşan pişkinîn hatiye kirin û kesên nîşaneyên nexweşî bi tundî li ser wan bû, derket holê ku bi Kolerayê ketine, ku hejmara wan 21 kes in.”
Herwiha li ser rênimayên tendirustiyê yên ji bo xweparastina Kolerayê, Dr. Sebah Namîq daye zanîn: “Divê di bikaranîna xwarin û vexwarinê de gelek baldar bin, çimkî ew çavkaniyên belavbûna vê nexweşiyê ne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin