Tendirustiya Hewlêrê: Tekane rêya çareseriye bicîhanîna sîretên tendirustiyê ye

06 April 2020 12:06 0 dîtin
Tendirustiya Hewlêrê: Tekane rêya çareseriye bicîhanîna sîretên tendirustiyê ye

PeyamaKurd - Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê hişyarî da welatiyan û ragihand, tekane rêya çareseriya vîrusa koronayê (Covid-19) bicîhanîna şîretên tendirustiyê ye.

Berdevkê Rêveberiya Tendirustiya Hewlêrê, Dr. Bijar Mûsa Elî bi daxuyaniyekê ragihand, heta niha li Hewlêrê 92 kes bi vîrusa koronayê ketine ku %35 wan kesan di heyama du rojên borî de û ji ber beşdarî şîna kesekî din bûne pê ketine.

Dr. Bijar Mûsa Elî her wiha da zanîn, ev jî nîşan dide ku heta niha jî hinek kes vê yekê cidî nabînin û got, bila her kes bizanibe ku heta vê gavê tekane rêya çareseriya vê nexweşiyê, bicîhanîna şîretên tendirustiyê ye. Bi vî rengî em xwe biparêzin.