Amerîka ji bo rewsa Kerkûkê bang kir: “Xala 140ê bicîh bînin”
PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve ya Amerîkayê Vedant Patel di civîna çapemeniyê ya rojane de, li ser mijara Kerkûkê bang li Iraqê kir ku ji bo gengeşeyên di navbera pêkhateyên Kerkûkê de ji ortê rabin, xala 140 ê ya destûra Iraqê bicîh bînin. Banga Vedant Patel li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurda hat.
Patel ragihand ku rewşa Kerkûkê ji nêz de dişopînin û got:
“Em şiddeta li wê derê bi tundî şermezar dikin. Ji malbatên candayiyan re sersaxiyê dixwazin. Em bang dikin ku temamê terefan di rêya diyalogê de û xala destûra Iraqê ya 140an bicîh bînin da li Kerkûkê çareserî bibe.”
Patel, li ser krîza budça navbera Erbîl û Bexdayê got ku terefên muxatabên hev ji bo çareserkirina mijarê di nav têkiliyan de ne.
Kurdên Kerkûkê bi sedema terefdarên Haşdî Şabî rêya Erbîl-Kerkûkê girtibûn, di 2yê Êlûnê de bûyerê protesto kiribûn. Hêzên asayîşa Iraqê bi çekan li Kurdan xistibûn û di encamê de 4 kes can dabûn û 16 kes birîndar bûbûn.
Li aliyê dinê tevî budça qanûnî ya Iraqê di rojnama fermî ya hukumeta Iraqê de hatibû belavkirin jî, hukumeta federal ya Bexdayê ji budça Herêma Kurdistanê pere dibire.
Li Iraqê temamê memûran mehaneyên xwe yên meha Tebaxê sitendine lê memûrên Herêma Kurdistanê mehaneyên xwe yên meha Temmûzê heya niha nestendine.
Heyeta Kurdistanê ku ji bo hevdîtin budçê çûbû Bexdayê, li wê derê civîna çapemeniyê kiribû û gotibû:
“Hukumeta Iraqê, siyaseta mehkûmkirina Herêma Kurdistanê ya bi birsê dimeşîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin