Iraqê hin berhemên dîrokî yên revandî ji DYAyê vegerandin
PeyamaKurd – Iraqê 181 berhemên dîrokî yên ku di demên cuda de hatibûn revandin, ji DYAyê vegerandin. Xebat radestî Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê hatin kirin.
Berhemên hatin vegerandin bi merasîmekê ku li Wezareta Derve ya Iraqê li paytext Bexdayê hat lidarxistin, radestî Wezareta Rewşenbîrî ya Iraqê hatin kirin.
Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Husên û Wezîrê Rewşenbîrî, Tûrîzm û Berhemên Dîrokî Ehmed Fekkak El-Bedranî beşdarî merasîmê bûn.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tûrîzmê, berhemên ku bi balafira serokomariyê anîne Bexdayê, fîgurekî mêrekî tûnc û 8 sindoqên metal ên ku tê de îskelet hene, hene.
Piştî serdana Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya El Sûdanî ya di meha Nîsanê de bo DYAyê hatibû ragihandin ku wê hin xebat ji bo wî welatî bên şandin.
Berhem bi qaçaxî ji cihekî li Nemrûda dîrokî li parêzgeha Neynewayê (Mûsil) li bakurê Iraqê di salên 1990î de bo Los Angelesê hatin şandin.
Di merasima ku ji bo wergirtina xebatan hat lidarxistin de, vegerandina berhemên Iraqê yên ji Washington, Urdun, Norwêc, Almanya û Brîtanyayê jî hatin rojevê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin