Ava Gol a Wanê her diçe dadikeve û berhemên dîrokî dertên aziyê
PeyamaKurd – Her diçe asta ava Gol a Wanê dadikeve û bi daketina asta avê re, berhemên dîrokî yên qerexê Gol a Wanê dertên holê. Ji ber dora Gol a Wanê ciyê medeniyeta federasyona Ûrartûya ye, behemên, dertên ortê, bi taybetî yên Ûrartûyane.
Ji ber hikesaliya îsal asta ava Golê dikeve. Berhemên dertên holê mirov şaş dikin. Berê, dora Kela Ûrartûyan ya Wanê, sê aliyê wê av bûye. Niha dema asta avê dadikeve û berhem dertên ortê, ev tê vateya ku di demen berê de jî asta ava Golê daketiye lewra berhemên dîrokî lê xwuya dikin. Niha her çar aliyê Kela Wanê bejayiye.
Arkeologên Wanê li ser berhemên nûh lêkolînan dikin û dibin şahidê dewlemendiya dîroka deverê. Arkeolog radigihînin ku bi vekişîna avê re xwuya dike ku berhemên dîrokî yên ‘Çaxa Navîn’in lê dibe ku dema av bilind bûbe, xelkê terka ciyên xwe kiribe û xwe dabe ciyên bilind û li wan derveran medeniyetên nûh ava kiribin an heman medeniyetê biribin ciyên nûh.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin