Operasyona li dijî qaçaxçiyên berhemên dîrokî: 3 kes hatin girtin
PeyamaKurd – Çeteyeke ku li Babîlê qaçaxçîtiya berhemên dîrokî dikir bi operasyona hêzên ewlehiyê hat berterefkirin.
Di daxuyaniya Fermandariya Polîsên Babilê de hat ragihandin ku hêzên ewlehiyê yên li Babilê di bin serpereştiya cerdevan Elî Kamil Hesnewî de li dijî çeteyekî ku berhemên dîrokî bi qaçaxî difiroşe çalakiyek li dar xistine.
Di çarçoveya agahiyên berfireh de hat ragihandin ku tîmeke hevpar a ji Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî û Serokatiya Daîreya Têkoşîna bi Sûcên Organîze pêk tê 3 kes girtin.
Hat destnîşankirin ku di çarçoveya operasyonê de gelek pereyên bi qîmet ên sedsala borî jî hatin desteserkirin.
Hat diyarkirin ku kesên hatine desteserkirin ji bo temamkirina prosedurên pêwîst teslîmî aliyên pêwendîdar hatine kirin û berhemên ku hatine desteserkirin jî ji bo nirxandin û belgekirinê şandin Midûriyeta Şaxa Arkeolojiyê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin