Operasyona DHKP-Cê ya li dijî saredariyan: 34 sikbar li edliyeyê ne

14 March 2025 10:56 0 dîtin
Operasyona DHKP-Cê ya li dijî saredariyan: 34 sikbar li edliyeyê ne

PeyamaKurd – 34 kesên ku di nav wan de xebatkarên berê yên şaredariyên Ataşehîr, Maltepe, Sariyer û Şîşliyê jî hene, ku di operasyona DHKP-C ya Stenbolê de hatibûn desteserkirin, sewqî edliyeyê hatin kirin.

34 şikbarên ku di nav wan de xebatkarên berê yên şaredariyên Ataşehîr, Maltepe, Sariyer û Şîşliyê jî hene, bi hinceta fînansekirina DHKP/Cê hatibûn desteserkirin sewqî edliyeyê hatin kirin.

Karûbarên gumanbarên ku di operasyona ku ji aliyê ekîbên Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Midûriyeta Polîsan a Stenbolê ve hat kirin de di çarçoveya lêpirsîna ku ji teref Buroya Lêpirsîna Sûcên Terorê ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê ve tê kirin de li qereqolê temam bûn.

Şaredarê berê yê Sariyerê Şukru Genç jî di nav de 34 gumanbar piştî kontrola tenduristiyê sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hatin kirin.