Li Kerkûkê li dijî rêxistina terorê operasyona esmanî
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di operasyona ku ji teref Hêza Hewayî ya Iraqê ve bi balafirên şer ên F-16 ve li Kerkûkê hat lidarxistin de xaleke rêxistina terorê hat hedefgirtin.
Di daxuyaniya Tora Medyayî ya Ewlekariyê de hat ragihandin ku hêzên hewayî yên Iraqê li Geliyê Çayê yê Kerkûkê ji nêz ve rêxistinên terorê dişopînin.
Hat destnîşankirin ku piştî agahiyên pêwîst hatin bidestxistin, li Geliyê Çayê li dijî xaleke terorîstan bi balafirên şer ên F-16 operasyona esmanî hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku di encama operasyonê de hemû çek û cebilxaneyên ku rêxistina terorê li xala hedef girtine hatin îmhakirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin