Li Moskowa û 2 herêman 'Rejîma operasyona dijî terorê' hat îlankirin

24 June 2023 14:36 0 dîtin
Li Moskowa û 2 herêman 'Rejîma operasyona dijî terorê' hat îlankirin

PeyamaKurd Ji ber krîza Wagnerê li paytexta Rûsyayê Moskowayê û li du herêman rejima "operasyona dijî terorê" hat îlankirin.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya Komîteya Dijî Terorê ya Neteweyî ya Rûsyayê da hat destnîşankirin ku li dijî terorê tedbîr hatin girtin.

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo pêşîgirtina li êrîşên terorîstî yên muhtemel li bajarê Moskowayê, Moskowa û herêmên Voronezhê rejima operasyona dijî terorê hat îlankirin."

Piştî herêma Rostovê, li herêma Voronezh çalakiyên girseyî hatin rawestandin.

Waliyê Herêma Voronezh Aleksandr Gusev li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku hemû çalakiyên girseyî yên ku li herêmê hatibûn plankirin, hatin betalkirin.

Gusev diyar kir ku li herêmê rewş aram e û bang li gel kir ku bêdeng nemînin.

Li aliyê din Waliyê Herêma Rostovê Vasiliy Golubev diyar kir ku ji ber qedexeya trafîkê li hin nuqteyên kuçeyên sereke wesayît kom bûne, bi kîlometreyan rêz çêbûne û ji şêniyên herêmê xwest ku li hin cadeyên sereke neçin.