Li Farqînê operasyona berhemên dîrokî: 10 kes hatin binçavkirin
PeyamaKurd - Li navçeya Farqînê ya Diyarbekir a bakurê Kurdistanê, di encama operasyonekê de 10 kes bi hinceta firotina berhemên dîrokî hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku li Farqînê bi hinceta firotina berhemên dîrokî operasyonek bi ser hejmarek navnîşanan de hate encamdan û 10 kes bi tohmeta firotina berhemên dîrokî hatin binçavkirin.
Di operasyona polîsan a 28ê Çile encam daye de, Keyayê Gundê Erîkyazi C.E. û welatiyên bi navê O.E., A.E., S.T., Y.T., H.T., H.D., H.G., R.B. û K.T. hatin binçav kirin.
Tê çaverêkirin her 10 kesên hatine binçavkirin piştî lêpirsînên Fermandariya Leşkerî bo dadgehê werin veguheztin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin