Leyla Zana ji bo pistgiriyê bide Abdullah Zeydan diçe Wanê
PeyamaKurd – Ji ber ku belgeya hilbijartinê nehat dayîn endamê DEMê Abdullah Zeydan ê ku li Wanê bi ferqeke mezin di hilbijartinê de bi ser ket, bertek didomin. Leyla Zana wê sibê biçe Wanê.
Nerazîbûnên ku belgeya hilbijartinê ya endamê DEM Partiyê Abdullah Zeydan ê ku li Wanê ji sedî 55 ê dengan bû Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê ji namzetê AK Partiyê Abdulahat Arvas re hat dayîn û li dijî îtîrazên Serokatiya Parêzgeha AK Partiyê li 13 navçeyan ku bajarê metropolê Diyarbekir jî di nav de ye berdewam dikin.
Siyasetmedara Kurd Leyla Zana ku di pêvajoya hilbijartinê de bi salan şûnde derket qadan, ji bo piştgiriyê bide Abdullah Zeydan wê biçe Wanê. Zana di vîdyoya ku îro li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir de spasiya gelê Kurd ê ku çûne ser sindoqan û deng dane.
Platforma bajarê Diyarbekirê jî diçe Wanê
Platforma Parastin û Piştevaniya Bajarê Diyarbekirê jî wê sibê biçe Wanê. Di daxuyaniya ku îro ji platformê hat dayîn de hat gotin: "Di van demên dawî de ya herî zêde hewcedariya Tirkiyeyê bi normalîzekirin û demokratîkbûnê heye. Mafê tu kesî tune ku xebatên demokrasiyê xera bike û îradeya demokratîk a gelan paşguh bike. Em careke din bi bîr tînin ku mafê dengdan, hilbijartin û xebata siyasî yek ji hêmanên bingehîn ên demokrasiyê ye. Li hemberî biryarên ku di derbarê encamên hilbijartinê de bi amûrkirina darazê re destwerdanek eşkere ya di mafê dengdan û hilbijartinê de pêk tê, em hêvî dikin ku ji encamên hilbijartinê û îradeya gelê Wanê re rêz bê girtin û Lijneya Hilbijartinê ya Bilind vê biryara şaş sererast bike."
Xwepêşandan destpê kirin
Rêxistina Parêzgeha Diyarbekirê ya DEM Partiyê bang li gel kir ku her êvar saet di 21:00 de çalakiya protestoyî bikin. DEMê di daxuyaniya xwe de got, "Ev banga me ji bo gelê Diyarbekirê ye, em bang li hemû gelê xwe dikin ku bajarên me hembêz bikin, her êvar saet 21.00an li dijî îradeya AK Partî û MHPê li ber xwe bidin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin