Li Iraqê jî li dijî berhemên Îranê boykotê destpê kir

21 January 2024 22:59 0 dîtin
Li Iraqê jî li dijî berhemên Îranê boykotê destpê kir

PeyamaKurd - Piştî Herêma Kurdistanê li Iraqê jî li dijî berhemên Îranî kampanyayên boykotkirinê destpê kirin.

Piştî êrîşa mûşekî ya rejîma Îranê ya li dijî paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê ku di encamê de kesên sivîl hatibûn qetilkirin, çalakvanên iraqî dest bi kampanya boykotkirina berhemên Îranê kirin.

Weke tê zanîn sazî û dezgehên ku Herêma Kurdistanê yên wek Jûrên Bazirganiyê û komeleyên civaka sivîl, piştî êrîşa rejîma Îranê ku 4 kesên sivîl hatibûn qetilkirin û 6 jî birîndar bûbûn, li dijî berhemên Îranê, dest bi kampanyayên boykotê kiribûn.

Çalakvanên mafê mirovan û parasvanên qadên sivîl ên Iraqî jî ragihandin ku piştî Herêma Kurdistaanê, wan jî kampanyaya boykotkirina berhemên Îranê dane destpêkirin.

Çalakvanan di çarçoveya kampanyaya boykotkirinê de bang li gelê Iraqê kirin ku di şûna berhemên Îranî de, berhemên niştimanî yên Iraqê yan jî berhemên welatên ereb bikirin. Çalakvanên Iraqî welatiyên Iraqê vedixwînin ku kampanyayê li ser medyaya civakî jî parve bikin da ku bêtir belav bibe.