Amerîka û Iraqê li dijî spîkirina pereyên Îranê li hev kir

17 February 2023 19:59 0 dîtin
Amerîka û Iraqê li dijî spîkirina pereyên Îranê li hev kir

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hûsên, dema serdana xwe ya Amerîkayê ragihand ku rêveberiya Amerîka û hikûmeta Iraqê li dijî spîkirina pereyên Îranê ku bi rêya veguhestina Dolarê Amerîkî li nav Iraqê pêk tê, li hev kiriye.

Hûsên daye zanîn ku bi rêkeftina hatiye encamdan û pêkanîna sîstema nû ya çavdêrîkirina gerguhêzkirina Dolar, kontrola hikûmeta Iraqê û Xezîneya Amerîkayê li ser hatina Dolar bo Iraqê û derketina wê zêdetir bûye.

Fuad Hûsên di civîna rojnamevanî de diyar kir, di mekanîzma nû de bêyî agahdarkirina hikûmeta Bexdayê û Xezîneya Amerîkayê ti Dolar ji Iraqê dernakeve û da zanîn ku, ji vir û şûnde ji bilî Xezîneya Amerîkayê, banka navendî ya Amerîkî jî bi tevahî çavdêriya sîstema darayî ya Iraqê dike.

Hêjayî gotinê ye, beriya niha jî Amerîkayê li ser pêbendbûnên her du welatan bi berpirsên Iraqê re ji bo rûbirûbûna li hember spîkirina pere û piştevanîkirina aborî li terorîzmê gotûbêj kiribûn.

Hat diyarkirin ku Wezîrê Derve yê Iraqê Fuad Hûsên, li ser hebûna hêzên derve û bandora Îranê li Iraqê jî bi rayedarên Amerîkayê re axivî ye.