''Êrîsa li Hewlêrê li hemberî gelên Iraqê û li dijî Amerîka kiryarek dijminane bû''

17 February 2021 10:31 0 dîtin
''Êrîsa li Hewlêrê li hemberî gelên Iraqê û li dijî Amerîka kiryarek dijminane bû''

PeyamaKurd – Di derbarê êrîşa Hewlêrê de, Cîgirê Serokê Komîteya Îstixbarata Civata Senatoran ya Kongresa Amerîka Marco Rubio daxuyaniyek belav kir û got, êrîşa li ser Hewlêrê, li hemberî gelên Iraqê û li dijî Amerîka, kiryarek bêsedem û dijminane bû.

Senator Marco Rubio diyar kir: “ Îran nikare xwe li pişt hêzên wekalet yên li Iraqê veşêre, û divê cîhan zelal bike ku lêçûna zarara karmendên Amerîka û hevalbendên me bilind e: cezakirina navneteweyî û tolhildana lezgîn.’’

Di berdewamiyê de Rubio da zanîn, piştgiriya ku Îran dide wan koman, wan hişyar dike ku divê baweriya xwe bi Xameneyî nînin. "Ew êrîş herwiha nîşan dide, çima pêdivî ye Îran tu carî nebe xwediyê çekên navokî."